Biden di derbarê tedbîrên li dijî vîrusa Korona de fermana qanûnder îmza kir

21 January 2021 14:59 0 dîtin
Biden di derbarê tedbîrên li dijî vîrusa Korona de fermana qanûnder îmza kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, di roja ewil ya seroktiya xwe de, di derbarê tedbîrên li dijî vîrusa Korona de, fermana qanûnder îmza kir.

Joe Biden ferman da, hemî karmendên federal û xebatkarên din li avahiyên federal, maskan bi kar bînin û li gor mesafeya civakî tevbigerin.

Serokê Amerîka yê nû Biden, dixwaze hemî Amerîkî di 100 rojên pêşî yên seroktîya wî de maskan bidin ber rûyên xwe û ew bi vî awayî rê li ber belavbûna vîrusa Korona bigirin.

Yek ji armancên din yên 100 rojên pêşî yên Biden jî, bo Amerîkîyan karanînana 100 milyon derziyên vîrusa Korona ye.

Herwiha Biden ferman da rêvebirîyê ku ji nû ve beşdarî Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê (WHO) bibe.

Serokê berê Donald Trump dabû zanîn, WHO di têkoşîna li dijî vîrusa Korona de qels maye û serî li ber zextên Çînê tewandiye û Amerîka ji wê rêxistinê derxistibû.

Kordînatorê Vîrusa Korona yê Qesra Spî Jeff Zietens diyar kir, pisporê herî payabilind yê nexweşiyên enefeksînyonî yê Hikûmetê Anthoy Fauci, dê roja Pêncşemê li WHO wek serokê şandeya Amerîka axaftinekê bike.

Fauci dê li ser planên hevkariyê, yên li dijî vîrusa Korona yên bi WHO re biaxife.