Biden tîma xwe ya bo têkosîna li dijî vîrusa Koronayê eskere kir
PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden, tîma xwe ya bo têkoşîna li dijî vîrusa Koronayê, eşkere kir û bo rêberîya tîma têkoşîna li dijî vîrusa Koronayê, şêwirmendê xwe yê aborîyê Jeff Zients bijart, ku belavkirina derziyê jî dê di bin kontrola wî de be.
Biden li eyaleta Delaware diyar kir ku ew ê di 100 rojên pêşî yên serokatiya xwe de, 100 milyon derzî amade bike.
Serokê hilbijartî da zanîn, bo derzî li hemû deverên Amerîka were belav kirin, divê Kongres ‘‘budçeyeke tam’’ bide.
Biden destnîşan kir, ew ê bi derziyeke ewle aboriya Amerîka jî baştir bibe û da zanîn ku ew ê pandemiya vîrusa Korona hinekî biajo.
Joe Biden bang li hemwelatîyên Amerîka kir, da ku di 100 rojên pêşî yên seroktiya wî de, maskan bidin ber rûyên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin