Amerîka ji bo têkosîna li dijî vîrusa koronayê 100 mîlyon dolar alîkariyê dike
PeyamaKurd - Rêvebirîya Amerîkayê dîyar kir ku ew dikarin heta 100 hezar dolar pere bidin Çîn û welatên din ên di bin bandora vîrusa korona de mane.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ew dê vê alîkarîyê ji bo têkoşîna li dijî vîrusa koronayê bidin.
Pompeo got, ‘’Ger em tev bixebitin, em dikarin li dijî gefên vîrusa korona yên roj bi roj zêde dibin gaveke girîng biavêjin’’
Pompeo bang li dewletên din ên cîhanê kir ku li dijî vîrusa korona alîkarîyê bidin.
Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê ragihand ku hejmara kesên ji ber vîrusa korona canê xwe ji dest dane bûye 636.
Li gor daneyên komîsyonê, vîrusa korona li seranserê Çînê ketiye canê 31161 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin