Brîtanya hin tedbîrên dijî vîrusa Korona bi dawî dike

06 April 2021 11:00 0 dîtin
Brîtanya hin tedbîrên dijî vîrusa Korona bi dawî dike

PeyamaKurd – Li Brîtanyayê, di 12ê Nîsanê de hin tedbîrên dijî vîrusa Korona bi dawî dibin.

Li gor Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson diyar kir, têkoşîna wan ya li dijî vîrusa Korona, bi awayekî serkeftî dom dike û bal kişand ku ew serkeftina bi sebra gel çêbûye.

Li Brîtanya ji 12ê Nîsanê pê ve dê salonên sporê, kitêbxane jinûve vebin û restoran û pub dê li derên vekirî xizmetê bidin.
Herwiha bi qonaxa nû re, 15 kes dê karibin beşdarî dawetan bin û yên li heman malê dimînin, dê karibin tev herin betlaneyê.

Li Brîtanya hejmara rojane ya pêketinan daketiye bin 3 hezarî, lê dîsa jî karbidest bang li karkeran dikin ku bi qasî ji dest wan tê li malê bixebitin.

Johnson di axaftina xwe de bang li welatîyan kir bi awayekî domdar testên vîrusa Korona bikin. Ew test dê ji dermanxane û navendên tenduristiyê belaş werin belav kirin.

Rêwîtiyên navneteweyî hîn jî qedexe ne li Brîtanyayê. Boris Johnson da zanîn, ew hêvî dikin ku qedexeyên rêwîtiyê di 1ê Gulanê de bi dawî bibin û bi berdewamî diyar kir ku bo biryara ser wê mijarê hîn zû ye.