Biden: Di nav 36 sietan de dibe êrîs bikin ser balafirgeha Kabîlê
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden îro piştî ji tîma ewlehiyê ya Koşka Sipî agahiyan sitend li ser pêşdeçûnên Afxanistanê daxwuyaniyekî da.
Biden, li ser candayîna 13 leşkerên Amerîkayê û bi giştî li ser kuştina 170 kesên li Kabîlê ku di êrîşan de hatin kuştin axifî û got dibe di nav 24 heya 36 sietan êrîşeka nû çêbibe. Biden weha got:
“Di hevdîtina bi tîma ewlehiya netewî re ragihandin ku îhtîmala êrîşeka dinê ya ser balafirgeha Kabîlê xwurte. Fermandarê me gotin bi îhtîmalekî xwurt dibe di nav 24 heya 36 sietan de êrîşekî nû bikin.”
Li gor ragihandina Pentagonê, îro leşkerên Amerîkayê 2 serpereştên DEAŞ a Xorasanê kuştin û yek ji wan birîndar kirin. Îro Koşka Sipî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku ji balafirgeha Kabîlê 6.800 kesan tehliye kirine.
Heya niha bi temamî ji Afxanistanê 117.500 kes hatine tehliyekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin