Biden: Dibe di 24 saetan de careke din êrîsî Balafirgeha Kabûlê bikin

29 August 2021 10:48 0 dîtin
Biden: Dibe di 24 saetan de careke din êrîsî Balafirgeha Kabûlê bikin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden da xuyakirin ku êrîşa wan a li dijî DAIŞa Xorasanê ne êrîşa dawî ye û got, em dest ji wan bernadin û divê baca êrîşa ser Balafirgeha Kabûla paytexta Afganistanê bidin.

Koşka Spî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, Serokê Amerîkayê Joe Biden ligel tîma asayîşa niştîmanî û fermandarên artêşê civiya ye û li gor zanyariyên îstixbaratê, rewşa ewlehiya Balafirgeha Kabûlê gelek metirsîdar e û di 24 heta 36 saetên pêş de îhtîmala êrîşeke din a terorî heye.

Joe Biden diyar kiriye, êrîşên li dijî DAIŞa Xorasanê êrîşa dawî nabin û ew ê li pey wan biçin û divê kesên destê wan di êrîşan de hene, ku bûye sedema kuştina 13 leşkerên Amerîkayê, baca kiryara xwe bidin.

Herwiha Serokê Amerîkayê fermandarên artêşa Amerîkayê destvekirî kiriye, da ku amadekariyê bikin û bersiva her êrîşekê bidin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) roja Şemiyê ragihandibû ku piştî êrîşên Kabûlê, li Nangahar a Afganistanê di encama êrîşên esmanî yên li dijî DAIŞê de, 2 berpirsên pilebilind hatin kuştin û yek jî hatiye birîndarkirin.