Di 48 saetan de 400 erdhej! Tirs zêde dibe, reva ji giravê destpê kir!

04 February 2025 11:06 0 dîtin
Di 48 saetan de 400 erdhej! Tirs zêde dibe, reva ji giravê destpê kir!

 

PeyamaKurd – Ji ber 400 erdhejên ku li herêma Giravên Cyclades a li Deryaya Egeyê di nav 48 saetan de qewimîn, li girava turîstîk a Santorini ya navdar a cîhanê dest bi valakirina giravê kirin bi ferîbot û balafiran. Li benderê rêzên dirêj çêbûn.

Erdhejên li pey hev ên li Egeyê tirsek mezin bi xwe re anî. Li bendera Athinios a li girava Santorini, ji ber çalakiyên berdewam ên erdhejê û herwiha ji tirsa erdhejek bihêztir an şiyarbûna volkana giravê, mirovan dest bi derketina giravê kirin.

Tûrîst bi keştî û ferîbotan ji giravê derketin û li benderê rêzên dirêj çêbûn. Hat diyarkirin ku di nava girseyê de dem bi dem kêliyên tengezarî rû didin.

Serokê Komeleya Operatorên Veguhastina Rêwiyan Dionysis Theodoratos got ku ji ber zêdebûna trafîkê ya li Santoriniyê ti endamên komeleyê bihayê bilêtên ferîbotê zêde nekirine û ji bo xizmetên ferîbotê yên zêde jî planên nû hatine çêkirin.

Navenda Şopandin û Nirxandina Erdhej-Tsunamî ya Herêma Rasatxaneya Kandîlliyê û Enstîtuya Lêkolînê ya Erdhejê ya Zanîngeha Bogaziçiyê derbarê Girava Santorini-Bahoza Erdhejê ya Deryaya Egeyê de nirxandinek kir.