Biden: Ewlehiya Filistîniyên bêguneh li Xezzeyê cihê xemgîniyê ye
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku divê Îsraîl ji bo parastina jiyana sivîlan di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de hestiyartir be.
Biden di civîna çapemeniyê ya hevpar a li Qesra Spî ya ku bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re hat lidarxistin de derbarê krîza li Xezzeyê de nirxandin kirin.
Biden li ser pêwendiya telefonî ya do bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re ragihandibû ku piştgiriya wan ji bo vî welatî wê berdewam be û wan tiştên ku di êrişên 7ê Cotmehê yên Hamasê de qewimîn ji bîr nekirine.
Biden derbarê sivîlên di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê dewam dikin de hatin kuştin jî got, "Ewlehiya Filistîniyên bêguneh (li Xezzeyê) cihê xemgîniyê ye. Ji ber vê yekê gavên ku ew (îsraîlî) diavêjin divê ji bo pêşîgirtina zirarê an kuştina sivîlên bêguneh ên Filistînî her tiştê ku hewce dike pêk bînin."
Biden diyar kir, berpirsyariya wan heye ku rê li ber ziyanên sivîl li herêmê bigirin û gihandina alîkariyên mirovî (ji bo Xezzeyê) hêsan bikin û diyar kir, ji bo vê mebestê ew bi her du hevalbendên Îsraîlî û Ereban re di nava pêwendiyê de ne.
Ji aliyê din ve, Biden diyar kir ku vê heftiyê Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan û Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin wê herin herêmê û hem bi Îsraîlî û hem jî bi aktorên din re bicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin