Biden, sibê bi lîderê rêvebiriya Kibrisa Rûmê bi Hristodulidis re dê hevdîtin bike

30 October 2024 00:18 0 dîtin
Biden, sibê bi lîderê rêvebiriya Kibrisa Rûmê bi Hristodulidis re dê hevdîtin bike

PeyamaKurd – Koşka Sipî ragihand ku wê sibê an k udi 30yê Cotmehê de serokê DYAyê Joe Biden li Koşka Sipî fdê lîderê rêvebiriya Kibrisa Rûman Nikos Hristodulidis qebûl bike û pê re hevdîtinekî bike.

Di daxwuyaniyê da hat gotin ku Biden û Hristodulidis di 23yê Cotmehê de, di çarçova diyaloga stratejik ya navbera DYA û Kibrisê de, wê li ser têkiliyên duqolî û mijarên herêmî biaxifin.

Her dû lîder her weha dê li ser pêşdeçûnên Rojhilata Navîn û şerê Rûsya-Ûkrayna biaxifin. Di daxwuyaniya Koşka Sipî de weha hat gotin:

“Di salvegera 50em perçebûna giravê de, serok Biden ji bo temamê Kibrisiyan desteka siyasî ya ku ji wan re wekhevî pêşkêş dike, dewletekî du civakî, du herêmî û yek federasyonî dê ragihîne.”