Joe Biden û lîderên G7 li ser givasên ser Îranê axifîn

02 October 2024 21:07 0 dîtin
Joe Biden û lîderên G7 li ser givasên ser Îranê axifîn

PeyamaKurd – Koşka Sipî bi nivîskî ragihand ku serokê DYAyê Joe Biden di rêya telefonê de li lîderên G7an geriya, êrîşên Îranê yên ser Îsraîlê şermezar kir û li ser koordinasyona givaşên nûh yên ser Îranê axifîn.

Biden, bi lîderan re li ser danûsitendinên bedelên ku wê bibin bersiva êrîşên Îranê, axifî. Koşka Sipî di daxwuyaniyê de got:

“Serok Biden û G7 êrîşên Îranê yên ser Îsraîlê şermezar dikin. Îro serok Biden ji bo li ser êrîşên Îranê biaxife û wê çi givaşên nûh deynin ser Îranê, ji bo koordînekirina wan bi serokên G7an re axifî.”

Di axaftina lîderan de, DYA û lîderên G7an di mijara ewlehiya Îsraîlê de bûn hemfikir û pêvajoya ji niha û pê de ya Rojhilata Navîn xistin rojeva xwe.