Biden wê li Qesra Spî mêvandariya Zelenskiy bike

16 September 2023 13:05 0 dîtin
Biden wê li Qesra Spî mêvandariya Zelenskiy bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden dê 21ê Îlonê roja Pêncşemê li Qesra Spî mêvandariya Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy bike.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Jake Sullivan ji rojnamevanan re axivî.

Sullivan ragihand, Biden dê roja Pêncşemê 21ê Îlonê li Qesra Spî mêvandariya Zelenskiy bike.

Sullivan diyar kir, Biden û Zelenskiy wê cara sêyemîn li Qesra Spî bicivin, Sullivan destnîşan kir ku hevdîtin dê di serdemek pir "krîtîk" de derbas bibin.

Wî herwiha eşkere kir, Amerîka şandina çek û alavan ji Ukraynayê re didomîne û got, "Serok Biden li bendê ye ku li ser tevahiya pêvajoyê guh bide nêrînên Serokomar Zelenskiy."