Bîlançoya herî dawî ya erdhejan: 20 hezar û 665 kesan wefat kirin
PeyamaKurd – Di erdhejên navenda Mereşê de 20 hezar û 665 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) daneyên dawî yên erdhejên li navenda Mereşê parve kirin.
Li gorî vê; Piştî erdheja ewil ku navenda wê li Mereşê bû û li 10 parêzgehan tesîr kir, 1700 erdhej çêbûn.
Li Mereş, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê 20 hezar û 665 kes mirin û 80 hezar û 888 kes hatin rizgarkirin. Ji parêzgehên ku ji erdhejê bandor bûne 92 hezar û 697 kesên ku ji karesatê rizgar bûne hatin derxistin.
Hejmara personelên lêgerîn û xelaskirinê yên ji welatên din hatin weke 8 hezar û 294 hat tomarkirin.
"Ji 110 hezar kesî re piştgiriya derûnî hat dayîn"
Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin, ji 110 hezar û 650 kesan re piştgiriya derûnî hatiye dayîn û ev tişt hatin diyarkirin:
“Ji aliyê AFAD, Wezaretên Malbat û Xizmetên Civakî, Ciwanî û Werzîşê û Heyva Sor ve 170 hezar û 902 kon û milyonek û 507 hezar û 494 betanî sewqî 10 bajarên ku ji ber erdhejê bandoreke mezin li wan kiriye hatin şandin û vegirtina konan temam bûn. Di çarçoveya koma piştgiriya derûnî-sosyal de li Mereş, Hatay, Osmaniye û Meletiyê 4 navendên xizmetên civakî yên gerok hatin bicihkirin û 1645 personel û 164 wesayît şandin herêmê. Ji bo 110 hezar û 650 kesan, li herêma erdhejê 99 hezar û 916, li derveyî herêma erdhejê jî 10 hezar û 734 kesan alîkariya psîkolojîk hat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin