Bîra petrolê teqiya: 18 kes mirin
PeyamaKurd-Li Endonesyayê di bîra petrolê ya qaçax de teqîn çêbû û 18 kes mirin. Teqîn li eyaleta Açeyê çêbû.
Li gor beyana ku ji aliyê Ajnsa Endonesya ya Afeta Netewî de hat dayîn; li eyaleta Açeyê li gundê Pasir Putihê, di bîra petrolê de ya ku qaçaxe teqîneka ku sedema wê nayê zanîn çêbû.
Di encama teqînê de 18 kes mirin û 41 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran hene ku birînên wan xedarin. Bi bandora teqînê û ku agir jî pêketiye, li der û dora bîrê 5 xanî jî şewitîne.
Li gor ragihandina polîsên herêmê; ji bîrê bi qederê 70 metre agir bilind dibe û hêj agir nehatiye vemirandin. Li gundê ku teqîn lê çêbûye, rewşa awarte hatiye îlankirin û xaniyên ku 200 metre nêzî agirin hatine valakirin. Li dora 20 xanî hatine valakirin.
Bîra petrolê qaçaxe û xebata bo vemirandina agir berdewame.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin