Birîndarekî din ê teqîna tanka gazê ya li Duhokê can da
PeyamaKurd – Birîndarekî din ê teqîna tanka gazê ya li Duhokê can da û bi wê yekê re hejmara canjidestdanên teqînê gihîşt 6 kesan û 31 kes jî birîndar in.
Zanyarî diyar dikin, navê birîndarê can daye Nêçîrvan Ebdulezîz e û 25 salî ye.
Hat zanîn ku Nêçîrvan Ebdulezîz ji ber birînên wî dijwar bûn rakiribûn nexweşxaneyeke Tirkiyê, da ku li wê derê bê dermankirin. Lê îro can da.
Herwiha hat ragihandin, biryar e îro meytê Nêçîrvan Ebdulezîz vegerînin Zaxoyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin