UNAMI: Bîr, his û duayên me bi berketiyên teqîna bi karesat a tanka gazê ya li Silêmaniyê re ye
PeyamaKurd – Nûnertiya Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê (UNAMI) do bi şev 17.11.2022yê li ser teqîna li Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir û got: “Bîr, hiş û duayên me li gel berketiyên teqîna bi karesat a tanka gazê ya li Silêmaniyê re ye.”
UNAMI li ser hesabê xwe yê medaya civakî twitterê daxuyaniya xwe belav kir û da zanîn: “Bîr, hiş û duayên me li gel berketiyên teqîna bi karesat a tanka gazê ya li Silêmaniyê re ye ku ji ber wê gelek kes bûn qurbanî.”
Herwiha di berdewamiyê de eşkere kir: “Serxweşiyê li malbatên qurbaniyan dikin û hêviya zû selametbûnê ji bo birîndaran dixwazin û destxweşiyê li hewldanên hewarçûnê dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin