Ji Serokomar Letîf Resîd û UNAMiyê daxuyaniyên teqîna Bexdayê
PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd derbarê teqîna şevê din a li taxa Binok a Bexdayê de, daxuyanî da û ragihand ku wê lêpirsîneke berfireh li ser bûyerê bê kirin.
Letîf Reşîd li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê ragihand ku ew dê lêkolîneke hurgilî li ser teqîna ku bûya sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan bikin.
Reşîd sersaxî da kesûkarên qurbaniyan û ji bo birîndaran jî hêviya selametiyê kir û diyar kir, saziyên pêwendîdar wê lêpirsîneke berfireh li ser bûyerê û berpirsên wê bikin.
Herwiha Nûnertiya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî UNAMI jî peyameke sersaxiyê li teqîna Bexdayê belav kir û ragihand, ji bo pêşiya bûyerên wiha bê girtin tedbîr bên standin û xwest, lêkolîneke berfireh li ser bûyerê bê kirin.
Di teqîna şevê din a tanka petrolê ya li taxa Binok a Bexdayê de, 9 kesan can dabû û 13 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin