UNAMI li ser 19emîn salvegera teqîna baregeha NYê daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – UNAMIyê di 19emîn salvegera teqîna baregeha Neteweyên Yekbûyî ya Bexdayê de daxuyaniyek belav kir û pabendiya xwe ji bo xelkê Iraqê anî ziman.
UNAMI di daxuyaniya xwe ya ji bo salvegera teqîna baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Bexdayê de eşkere kir, 19ê Tebaxê bîranîneke tal a zindî ye ku di rojeke weke îro ya sala 2003yan de baregeha UNAMI ya li Bexdayê hat teqandin.
Di berdewamiyê de destnîşan kir, di wê teqînê de 22 karmend, tevî Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê wê demê Sergio Vieira de Mello hatin kuştin û 150 kes jî birîndar bûn.
Herwiha UNAMIyê da zanîn, hemû qurbaniyên teqînê, karmendên Neteweyên Yekbûyî bûn ku ji bo geşepêdana Iraqê dixebitîn. Ji sala 2009an ve, ev bîranîn weke "Roja Mirovî" hatiye destnîşankirin.
UNAMIyê diyar kir, qurbaniyên teqînê û malbatên wan ku ji ber wê karesatê hîn jî dinalin, bi bîr tîne.
Di daxuyaniyê UNAMI di wê baweriyê de ye ku Iraq di van salên dawî de ji destê çendîn kêşeyan dinale û krîzên niha jî gelek demdirêj bûn, lê belê ew krîz ne di wê astê de ne ku neyê çareserkirin an jî bikevin pêş berjewendiya niştimanî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin