Ji ber vîrusa Koronayê rêûresma 19emîn salvegera êrîsên 11ê Îlonê hat guhertin

11 September 2020 10:38 0 dîtin
Ji ber vîrusa Koronayê rêûresma 19emîn salvegera êrîsên 11ê Îlonê hat guhertin

PeyamaKurd – Ji ber vîrusa Koronayê, rêûresma 19emîn salvegera bîranînê ya bo qurbanîyên êrîşên 11’ê Îlonê hat guhertin. Îsal dê cara pêşî kêm kes beşdarî merasîma li New Yorkê bibin û navên qurbaniyan dê ji aliyê nasên wan ve neyên xwendin.

Di merasîma li Pentagonê de jî, navên qurbaniyan dê ji tomara dengî were bihîstin û dê ji derve kes beşdarî merasîma leşkerî nebe.

Li Bîrdariya Neteweyî ya Flight 93 jî navên qurbaniyan de jî alîyê yekî ve were xwendin û dê li wir konserta muzîkê çênebe.

Ronahiya temsîlî ya bo cot-qûleyên Navenda Bazirganî ya Cîhanê, dê wek salên borî were çêkirin.

Di êrîşên 11ê Îlonê yê 2001’an de, ku ji aliyê El Qaîdê bi 4 balafiran hatibûn revand, êrîş biribûn ser avahiyên girîng yên Amerîka, 3000 kesan can dabûn.