Li Germiyanê teqîna gazê: Zarokek mir, 5 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Li sînorê Rêveberiya Germiyan a Silêmaniyê, ji ber teqîna sîstema gazê zarokekê can da û 5 kesên din jî birîndar bûn.
Berdevkê polîsê Germiyanê Muqedem Elî Cemal Qedûrî eşkere kir, îro sibehê 22yê Kanûnê, li gundê Mehmûqecerî yê nehiyeya Quretûyê ji ber teqîna sîstema gazê 6 birîndar ji bo nexwaşxaneya Şehîd Hejar a Kelar hatine veguhestin.
Qedûrî got ku zarokeke 10 salî ya bi navê Arş Ehmed Hesen ji ber giranbûna birînên şewatê jiyana xwe ji dest daye.
Bav û biraye û 2 xwîşkên Arş Ehmed jî birîndar bûni û niha li nexweşxaneyê têne dermankirin.
Hate diyarkirin ku cenazeyê kesê mirî ji bo bijîşkiya dadwerî hatiye şandin û li cihê bûyerê lêkolîna polîsan dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin