Biryar e îro Wezîrê Sehîd û Enfalbûyan biçe Parlamentoya Kurdistanê
PeyamaKurd – Wezîrê Şehîd û Enfalbûyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryar e îro biçe Parlamentoya Kurdistanê û li gel Lijneya Karûbarên Şehîd û Jenosîd û Girtiyên Siyasî bicive.
Seroka Lijneya Karûbarê Şehîd û Enfalbûyan Sosin Mihemed diyar kiriye: ‘‘Îro 02.11.2021ê di saet 11:00an de Wezîrê Şehîd û Enfalbûyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û em ê wek Lijneya Karûbarê Şehîdan bicivin.’’
Derbarê mijarên civînê de jî daye zanîn: ‘‘Di civînê de guftûgo wê li ser cîhbicîhkirina yasaya çaksaziyê bê kirin, ku bê zanîn cîhbicîhkirina madeyên taybet ên wezaretê gihîştiye çi astê û astengî çi ne û derbarê çend mijarên din de û pirsgirêka karûbarên wezaretê û hemwelatiyan guftûgo wê li gel şandeya wezaretê em ê bikin û lijneya me jî wê çend pêşniyar û têbîniyên xwe yên heyî bide şandeya wezaretê.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin