Biryar hat dayîn ku Komîteyeke Taybet a Çaksaziya Pêsmerge were avakirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, Wezareta Pêşmerge, fermandar û pilebilindên Pêşmerge re civiya.
Di civînê de pêngavên prosêya çaksaziyê di Wezaret û rêkxistina Pêşmerge de hat gotûbêjkirin û bi berfirehî li ser pêngavan hate gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo çaksaziya di nav Pêşmerge de, aliyên pêwendîdar yên Serokatiya herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge raspart ku Komîteyeke Taybet ji bo pêdeçûna proseya çaksaziyê pêk bînin.
Barzanî herwiha daxwaz kir, pêngavên praktîkî jî di rêkxistina warên îdarî, yasayî û dariştina peykera wezaret, hêz û pêkhateyên Pêşmerge de jî bavêj in.
Di civînê de, spasiya hevkarî û piştevaniya Hevpeymanan bi taybet Amerîka, Brîtanya û Almanya hate kirin ku ji bo serxistina vê proseyê ji nêzîk ve ligel Wezareta Pêşmerge kar dikin.
Herweha di civînê de biryar hate dayîn ku civînên dewrî ji bo bidûvçûnê û serxistina proseyê werin encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin