Biryara Îranê ji Kabîneya Ser a Îsraîlê!
PeyamaKurd – Kanala televizyonê ya Îsraîlî îdia kir ku kabîneya şer biryar da ku "bi eşkere û bi bandor" bersiva êrîşa esmanî ya Îranê bide.
Televîzyona Kanal 12 ya Îsraîlê bêyî ku çavkaniyek xwe diyar bike îdia kir ku rêveberiya Tel Avîvê li ser bersiva êrîşa hewayî ya Îranê biryar daye.
Di nûçeyê de hat gotin ku Civata Wezîran biryar da ku bi awayekî zelal û bi bandor bersivê bide êrîşa Îranê û amaje bi berteka Îsraîlê kir ku peyama "Êrîşeke bi mezinahiya Îranê bê bersiv nemîne."
Di nûçeyê de hat gotin ku Îsraîl naxwaze "bersiva" wê ya li hemberî Îranê bibe sedema şerekî herêmî an jî parçebûna koalîsyona ku li dijî êrîşa Îranê alîkariyê dike û Îsraîl dixwaze bi DYAyê re li hev bike.
Di nûçeyê de hat parvekirin ku Civata Wezîran wê sibê dîsa bicive.
Kanal 12 di raporteke berê de amaje bi wê yekê kiribû, ku di civîna civata wezîran de, bijardeyên curbicur li hember êrîşa Îranê hatine gotûbêjkirin û her yek ji wan bijardeyan êrîşeke tolhildanê ya bi êş li dijî Îranê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin