Kabîneya ser a Îsraîlê di mijara bersivdana Îranê de dualî bû
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di nav Kabîneya Şer a Îsraîlê de, li ser şêwazê bersivdana hêrişa rejîma Îranê dualîtî derketiye.
Kabîneya Şer a Îsraîlê, piştî hêrişa bi frokeyên bêmirov û mûşekên balîstîkî ya Îranê, di 24 demjimêrên dawî de cara duyem civîya.
Hate angaştin ku di gotûbêjên civîna duyem de çend pêşniyazên rêbazên tolhildanê derketine pêş, lê belê hate ragihandin ku di nav endamên kabîneyê de, li ser ‘çawayî’ û ‘kengêyî’ya bersivdana rejîma Îranê de dualîtî derketiye.
Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku hikûmet dixwaze Îsraîl bi hemahengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), bêyî ku şer derxe ziyanê bide rejîma Îranê.
Rayedarên DYAyî aşkere dibêjin ku DYA beşdarî ti operasyoneke leşkerî ya Îsraîlê ya li dijî Îranê nabe.
Tevî ku tenê du roj di ser hêrîşa Îranê re derbas bûne jî, li Îsraîlê nakokiyên siyasî derketine.
Serokê opozîsyona Îsraîlê Yair Lapid, Netanyahu tawanbar kir ku di serdemeke ku tê de "Îsraîl bi tevahî hêza xwe ji dest daye" serokatî kiriye.
Piştî vê daxuyaniya Lapid, Netanyahu ji bo beşdariya civîneke hevbeş a ewlehiyê, hin serkirdeyên opozîsyonê vexwend, lê belê Netanyahu, Lapid ji bo beşdariya civînê venexwend.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin