Serokwezîrê Îsraîlê: Îsraîl dikare di mijara Îranê de gavên serbixwe bihavêje
PeyamaKurd-Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett, ragihand ku cihê ku Îsraîl di mijara bernameya nukleerê de bi Îranê re rû bi rû bibe, Îsraîl dixwaze ku çareseriya dîplomatîk hilbijêre.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê ve hat belavkirin, Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett, îro li Kudusê ligel Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi re hevdîtinek kiriye. Hat ragihandin ku Serokwezîr di hevdîtina xwe ya bi Grossi re gotiye ku “Ji bo ku pêşî li hegera pêşvebirina çekên nukleerî yên Îranê bê girtin, ew rêya dîplomasiyê hildibijêre lê heger civaka navneteweyî, di nav dema çarçoveyê de gavan nehavêje, Îsraîl wî mafê xwe veşartî dihêle ku xwe biparêze û li hember Îranê bikeve nav liv û tevgerê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin