Netanyahû: Bersivdana Îranê maf û erka Îsraîlê ye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, ragihand ku mafê wan ê bersivdana êrîşa hefteya borî ya moşekên balîstîk a Tehranê heye.
Netanyahû di axaftina xwe ya televizyonê de dubare got ku ew dê bersiva êrîşa moşekî ya Îranê bidin û got, “Îranê di êrîşa moşekên balîstîk a herî mezin di dîroka xwe de, bi sedan moşek pekandine.”
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir, "Ji bo xweparastinê maf û erka Îsraîlê ye bersiva van êrîşan bide.”
Hêjayî gotinê ye, tevî nîqaşên êrîşa bersivdanê jî hîn diyar nebûye bê wê Îsraîl bingehên petrol û gazê yan hedefên din bike armanca êrîşa xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin