Blinken: Em dixwazin pêserojeke bas ji bo gelê Sûriyeyê ava bikin

13 December 2024 16:34 0 dîtin
Blinken: Em dixwazin pêserojeke bas ji bo gelê Sûriyeyê ava bikin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Enqereyê ragihand, “Piştî ketina rejîma Esed, em dixwazin bi Tirkiyeyê re paşerojeke baş ji bo gelê Sûriyeyê dabîn bikin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, îro 13ê Kanûnê di civîna rojnamevanî ya li Enqereyê de got, “Em hewl didin ku pêwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re bihêztir bikin, ji bo ku vê hevpariyê di pirsên cuda cuda de ji bo welatiyên her du welatan bi kar bînin.”

Antony Blinken diyar kir, “Em ji bo danûstandinên li ser rewşa Sûriyeyê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiyan, ji bo ku piştî ketina rejîma Esed em bikarin pêşerojeke gelek baş ji bo gelê Sûriyeyê misoger bikin.”

Blînken da zanîn, “Em dixwazin pêşerojekê ji bo gelê Sûriyeyê ava bikin ku ew bi xwe bixwazin, danûstandin jî li ser wê yekê hatine kirin ka Amerîka û Tirkiye di vê rewşê de çawa alîkariya Sûriyeyê bikin, em bi vê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re çawa pêwendiyê bikin û bikarin vê hikûmetê wisa bikin ku mafên jinan, pêkhateyan û hemî gelê Sûriyeyê misoger bike.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê eşkere kir, “Ew çekên kîmyayî yên ku hikûmeta heriftî ya Sûriyeyê li pey xwe hiştine, em hêvîdar in ev hikûmeta demkî bikare bi awayekî bi silamet pûç bike, ji bo ku li ser jiyana welatiyan û vê hikûmetê jî nebin gef û li paşerojê li ser welatên din jî nebe gef.”

Antony Blinken destnîşan kir, “Em dixwazin bi awayekî baş vê rewşê binirxînin ku ji bo Sûriyeyê peyda bûye û li ser asta navdewletî kar bikin ji bo ku gelê Sûriyeyê ji wan azarên rejîma berê rizgar bikin ên ku bi dehan salan e gelê Sûriyeyê çewisandiye.”

Bilînken got, “Ji aliyekî din ve li wî welatî bala me li ser rûbirûbûna DAIŞê ye, ku ev çend sal in em li Sûriyeyê şerê DAIŞê dikin û niha jî em li ser bidawîanîna DAIŞê berdewam in. Li dawiyê jî me danûstandin li ser Xezeyê û wan derfetan kirin, ku em bikarin bi temamî agirbestê li Xezeyê ragihînin û revandiyan jî rizgar bikin.”