Mesrur Berzani Ewlekariya gelê Kurd li Sûriyeyê pêsîn e

25 February 2019 16:39 0 dîtin
Mesrur Berzani  Ewlekariya gelê Kurd li Sûriyeyê pêsîn e

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema civîna ligel Balyozê Rûsya li Iraqê Maxim Maximov de derbarê pêşhatên rewşa Sûriyê û bi taybetî ya rojhilatê Firatê de daxwaz li çareseriya siyasî bi beşdariya tevahiya pêkhateyan kir û ragihand, pêwîst e di guftûgoyan de gerentiya maf û asayişa gelê Kurd di wî welatî bê dayîn.

Di hevdîtinê de, ku Konsolê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Victor Semakov amade bû, dawî pêşhatên siyasî yên navçê hatin behskirin û daxwaz  bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê di hemû waran de hate kirin.

Ji bilî ronîkirina girîngiya temamkirina pêkanîna kabîneya hikûmeta federalî, ronî hat xistin ser mîkanîzma çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, girêdayî wê pirsê jî Mesrûr Barzanî xwest li daxwaza Herêma Kurdistanê kir, ku pabendbûn û cibicîkirina destûrê wek riyekê bo peydakirina aramiyê ye û ragihand, pêwîst e bo yekalîkirina pirsan de, destûr hekem be.

Pêşhat û zêdebûna tevgera DAİŞê û metirsiya serîhildana terorê bi nav û awayên cuda beşeke din a hevdîtinê bû. Di wê derbarê de Mesrûr Barzanî ragihand, pêwîst e ji bo rê li ber dubarebûna û şideta karên cidî were kirin, ji bo çareserkirina sedema serîhildana terorê. Hevdem divê şerê hizra tundrewiyê li ser astên cuda destpê were kirin.

Hewldan û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê û kûr kirina peyvendiyên aborî yên navbera herêma Kurdistanê û Rûsyayê, bi awayek di berjewendiya her du aliyan de be, mijarên din ê hevdîtinê bû.