Mesrur Barzanî: Pêsmerge nasnameya gelê Kurd e, pêwîst e bi bingeheke zanistî bê birêxistin kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî û beşdariya Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl civîneke taybet li ser çaksazîya wezareta Pêşmerge li dar xist.
Di civîna ku îro Yekşemê birêve çû û wezîrê Pêşmerge, navxwe, darayî û aborîyê amade bûn de tekezî hat kirin proseya çaksaziya hêzên Pêşmerge berdewam be, di çarçoveya hêlên giştî yên kabîneya nehem a hikumeta Herêma Kurdistanê û yasaya çaksazîyê di xanenişîn, mûçe, dermale, bexşînê û îmtîyazatên din de li Herêma Kurdistanê.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bal kişand ser hêzên Pêşmerge got, Pêşmerge nasnameya gelê Kurdistanê ye û qurbanîdana wan cihê şanazîya xelkê Kurdistanê û asayîşa civaka navdewletî ye.
Mesrur Barzanî li ser çaksaziya hêzên Pêşmerge jî wiha axivî: “Lew her çi di şîyana me de hebe bo xizmetkirina Pêşmerge yên hejî û rast dê bikin. Bo pêşxistina hêza Pêşmerge pêwîst e li ser binemayeke zanistî û hevdem pêkhateyên Pêşmege careke din bên birêxistin kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin