Mesrur Barzanî li ser êrîsa Xaneqînê peyamek belav kir: Girîngiya hebûna Pêsmerge...
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, li ser êrîşa şeva borî ya Xaneqînê bi ser Kurdên Kakeyî de ku li gundên Mêxas û Dara 7 kes şehîd bûn, peyamek belav kir.
Mesrur Barzanî sersaxî ji bo malbat û kesûkarên şehîdan re xwest û diyar kir, “Em di demekê de gelekî ji wê rewşa nearam a wan nevçeyan nîgeran in, di hemen demê de tekeziyê li mekanîzma hevkariya ewlehiyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal li Bexdayê û girîngiya hebûna hêza Pêşmerge li wan nevçeyan dikin, ji bo bi hevkarî û hevahengiyê bi artêşa Iraqê re, aramî ji wan navçeyan re vegerînin û ser û malên welatiyên wan navçeyan biparêzin.”
Şeva borî di êrîşeke terorîstî ya ser du gundên Kurdên Kakeyî Dara û Mêxasê de, 7 welatî şehîd bûbûn û 5 kes jî birîndar bûbûn.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got, “Mixabin şeva bûrî di encama êrîşeke teroristî de li ser gundên Dara û Mêxas yên ser bi qezaya Xaneqînê ve, hejmarek xwişk û birayên Kakayî şehîd bûn û çendîn kesên dijî birîndar bûn. Pirse û serxweşiyê li malbat û kesûkarên wan şehîdan dikin û xwedayê mezin giyanên wan bi bihuştê şad bike û hêviya çakbûna bilez ji birîndaran dixwazin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin