Mesrûr Barzanî bi peyamekê êrîsa terorî ya li Bexdayê sermezar kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê êrîşa terorî ya li Bexdayê şermezar kir û hevsoziya Herêma Kurdistanê ji bo qurbaniyên bûyerê nîşan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser Twitterê diyar kir: “Êrîşa şeva borî li bajarê Sedir ez xembar kirim. Ev tiştê bûye, gefa berdewam ya terorê ya li ser hemû Iraqiyan bi bîra me tîne û rûbirûbûna wan gefan pêwîstiya wê bi hevahengiya zêdetir heye.”
Mesrûr Barzanî hevsoziya Herêma Kurdistanê ji bo qurbaniyên bûyerê nîşan da.
Şeva borî li bazareke devera Sedir a Bexdayê teqînek çêbû, li gor zanyariyên destpêkê 36 kesan can dan ku ji wan 2 kes zarok in. Herwiha bi dehan kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin