Blinken ji Sûdanî re: Ewlehiya jiyana leskerên me berpirsiyariya we ye

13 August 2024 11:30 0 dîtin
Blinken ji Sûdanî re: Ewlehiya jiyana leskerên me berpirsiyariya we ye

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bang li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî kir ku baregehên xwe yên leşkerî li hember êrîşên komên milîs ên nêzî Îranê biparêze.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hat ragihandin, Antony Blinken di pêwendiya telefonî ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî de, tekezî li ser berpirsyariya hikûmeta Iraqê ya ji bo parastina baregehên Amerîkayê li hember êrişên komên milîs ên nêzîkî Îranê kiriye.

Blinken û Sûdanî tekezî li ser biryardariya xwe ya berdewamkirina şêwirên ji bo baştirkirina pêwendiyên Bexda û Waşîngtonê kirin, li ser aramiya Rojhilata Navîn û hewlên dîplomatîk ji bo rêgirtina li belavbûna şer li navçeyê gotûbêj kirin.

Axaftina têlefonê di navbera Blinken û Sûdanî de, bi daxuyaniya dawî ya Eniya Berxwedana Iraqê ya doh hevdem e ligel gefa êrişkirina hêzên Amerîkayê.

Biryar e îro sêşemî 13.08.2024 Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Qeter, Misir û Îsraîlê bike û derbarê agirbesta li Xezzeyê gotûbêj bike.