Ji Blinken ji bo Sûdanî: Berpirsyariya xwe bi cih bîne
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken bang li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî kir ku baregehên xwe yên leşkerî, li hember hêrişên komên milîs ên girêdayî rejîma Îranê biparêze.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya DYAyê de hate destnîşankirin ku Antony Blinken di pêwendiya bi telefonê ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî de, tekezî li ser berpirsyariya hikûmeta Iraqê ya ji bo parastina baregehên DYAyê li hember êrişên komên milîs ên girêdayî rejîma Îranê kiriye.
Blinken û Sûdanî tekezî li ser biryardariya xwe ya domandina şêwirên ji bo baştirkirina pêwendiyên Bexda û Washingtonê kirin, aramiya Rojhilata Navîn û hewlên dîplomatîk ên ji bo rêgirtina li belavbûna şer a li navçeyê nirxandin.
Ev daxwaza Blinken ya ji Sûdanî, piştî gefên koma çekdar a Eniya Berxwedana Iraqê ya girêdayî rejîma Îranê ya hêrişkirina hêzên DYAyê hat.
Biryar e îro Blinken serdana Qeter, Misir û Îsraîlê bike û di derbarê agirbesta li Xezeyê gotûbêjan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin