Blinken ji Sûdanî xwest ku Iraq li herêmê rola xwe bileyze
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken bang li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî kir ku bila Iraq, di kontrolkirina rewşa herêmê û nehiştina aloziyê de rola xwe bileyze.
Sûdanî jî bersivê da Blinken û got: "Nehiştina aloziyan bi rawestandina hêrişên li ser Xezayê ve girêdayî ye."
Wezîrê Derve yê DYAyê Antony Blinken, bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re axivî û geşedanên dawî yên herêmê û gringiya nehiştina alozbûna rewşa niha ya Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Di daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê de ev agahî hatin dayîn:
Pêşîlêgirtina alozbûna rewşa niha ya navçeyê û berfirehkirina nakokiyan bi rawestandina hêrişên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê, rawestandina hêrişên hikûmeta Netanyahu yen ser welatên navçeyê û bidawîanîna binpêkirina serweriya neteweyî ya welatên herêmê û yasayên navneteweyî ye.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Antony Blinken dûpat kiriye ku DYA dixwaze Iraq, di kontrolkirina rewşa navçeyê de roleke erênî bileyze, rê li ber zêdebûna nakokiyan bigire û hewlên xwe yên ji bo aştî û aramiya herêmê bidomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin