Blînken: Nabe ku rêveberiya Xezeyê di destê Hemasê de bimîne!

08 November 2023 18:52 0 dîtin
Blînken: Nabe ku rêveberiya Xezeyê di destê Hemasê de bimîne!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blînken, piştî civîna G7an a li Japonyayê, ji rojnamevanan re axivî û li ser şerê Îsraîl-Hemasê li Xezeyê daxuyanî dan.

Antony Blînken got ku, ‘Nabe rêveberiya Xezeyê êdî di destê Hemasê de bimîne’ û diyar kir, “Piştî dawîbûna şer wê pêdivî bi serdema veguhêz hebe”.

Herwiha Blînken da xuyakirin ku ti niyeteke Îsraîlê ya ji nû ve Xezeyê dagir bike tune ye, ji ber ku dê ev dîsa rê ji bo êrîşên wekî ya 7ê Cotmehê xweş bike.