Blinken: Zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn ne di berjewendiya ti aliyekî de ye

10 August 2024 16:00 0 dîtin
Blinken: Zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn ne di berjewendiya ti aliyekî de ye

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di pêwendiyeke telefonî ya ligel Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yoav Gallant de ragihand, zêdebûna aloziya li Rojhilata Navîn ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.

Blinken di pêwendiya telefonî ya xwe de ligel hevtayê xwe yê Israîlî Yoav Gallant behsa hewlên berdewam yên ji bo kêmkirina kêşeyan li Rojhilata Navîn kir û pabendbûna Amerîkayê bi ewlehiya Îsraîlê dupat kir.

Blinken amaje bi wê yekê jî kir ku zêdebûna rageşiya li herêmê ne di berjewendiya ti aliyekî de ye, wê azadkirina rehîneyên li Xezzeyê misoger bike. Wî tekezî li ser pêwîstiya bilez bi pêkanîna agirbestekê kir ku rê bide alîkariyên mirovî zêdetir bibe û şert û mercên aramiya navçeyî ya berfirehtir çêbike.

Blinken herwiha bal kişand ser girîngiya gihîştina çareseriyeke dîplomatîk ku rê bide malbatên Îsraîlî û Lubnanî vegerin malên xwe.