Gera Blinken a Rojhilata Navîn dest pê dike: Mijar Sûriye ye
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Antony Blinkên, îro digihîje Rojhilata Navîn û dest bi danûstandinên bi welatan re dike. Hate ragihandin ku mijara sereke ya Blinken rewşa nû ya Sûriyê ye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku danûstandinên Blinken roja Pêncşemê li bajarê Eqebe yê Derya Sor (Urdin) û roja Înê jî li Enqerê berdewam dikin.
Hate diyarkirin ku wê Blinken piştgirîya Amerîkayê ji bo veguheztineke berfereh û bi pêşengiya Sûrîyan a ji bo hikûmetek berpirs ku nûneratiya hemû aliyan bike, piştrast bike.
Blinken li ser rewşa Sûriyê dabû xuyakirin, divê hikûmeta nû ya Sûriyê “pêbendî sozên zelal be ku bi tevahî rêzê li mafên kêmnetewan bigire, gihandina alîkariyên mirovî ji hemû kesên pêdivî re hêsan bike û nehêle ku Sûriye wek baregehek ji bo terorîzmê yan jî metirsiyek ji bo cîranên xwe be."
Cîgirê Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Emerîkayê, John Feiner duh, Sêşem 10ê Çileya pêşîn, tekez kir ku hêzên welatê wî dê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bimînin piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed, di çarçoveya erkê dijî terorê de, di serî de jî ji bo jinavbirina DAIŞê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin