Mogherini: Em ji destêwerdana Îranê li Rojhilata Navîn nîgeran in
PeyamaKurd - Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini ragihand, Yekîtiya Ewropa ji destêwerdana Îranê di çend welatên Rojhilata Navîn nîgeran e.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini ragihand, “Ji destêwerdana Îranê di Iraq, Sûriye, Yemen û Rojhilata Navîn bi giştî nîgeran in û me nîgeraniya xwe bi zelalî gihandiye berpirsên Îranê.”
Mogherini ragihand jî, Iraq di rewşeke dijwar û hestiyar re derbas dibe û hîna gefên ewlehiyê li ser mane, baş e rêz li serweriya wê were girtin û destêwerdan tê de nebe.
Ta niha YE daxwaza cibicîkirina xalên rêkeftina atomî ya sala 2015an bi Îranê re dike, armanca wê jî ew e, rêgirtin li ber şerekî din li Rojhilata Navîn e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin