Ji gera Rojhilata Navîn a Blinken agirbest derneket

22 August 2024 09:28 0 dîtin
Ji gera Rojhilata Navîn a Blinken agirbest derneket

PeyamaKurd – Di hevdîtinên Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Antony Blinken ên li Rojhilata Navîn de, peymana agirbestê ya ku şerê Xezzeyê biqede, pêk nehat.

Blinkenê di şerê ku di 7ê Cotmehê de bi Operasyona Tofana Eqsayê ya Hamasê destpê kiribû de çû gera xwe ya 9emîn a Rojhilata Navîn, Misir û Qetara ku di muzakereyan de navbeynkar in û herwiha Îsraîl ziyaret kir.

Blinken beriya ku ji Qeterê derkeve û vegere Amerîkayê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê di rojên pêş de di navbera Tel Avîv û Hamasê de peymana pevguhertina girtiyan û agirbestê pêk were û ew li dijî operasyonên demdirêj ên Îsraîlê yên li Xezzeyê ne.

Peyamên Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî û Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Derve Al Sanî hatin ku di zûtirîn dem de şer û pevçûnên li Xezzeyê rawestînin.

Blinken şertên pêşnûmeya agirbestê eşkere nekir ku wî îdia kir Îsraîlê di hevdîtinên hefteya borî de qebûl kiriye. Wezîr got ku divê Hamas jî vê peymanê qebûl bike.

Lê belê berpirsê Hamasê Usame Hamdan diyar kir ku wan peymana ku di meha Gulanê de ji aliyê Serokê DYA Joe Biden ve hatibû pêşkêşkirin û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) jî destek kiribû, qebûl kirin û rexne li Netanyahu kir ku daxwazên nû dike û pêvajoyê zehmet dike.

Rojnameya Amerîkî New York Times (NYT) nivîsand ku li gorî van geşedanan, di têkiliyên Blinken ên li Rojhilata Navîn de "ti destkeftiyên berbiçav nehatin bidestxistin".