Bloomberg News: Artêsa Tirkiyê sînorê Rojava derbas kir...

09 October 2019 16:42 0 dîtin
Bloomberg News: Artêsa Tirkiyê sînorê Rojava derbas kir...

PeyamaKurd – Bloomberg News a Amerîkî bi nûçeyeke lezgîn îdia kir ku hêzên artêşa Tirkiyê dest bi derbaskirina sînorê Rojavayê Kurdistanê kirin.

Bloombergê ev nûçeya xwe spart rayedarekî tirk û ragihand, ji bo ku yekîneyên leşkerên tirk şervanên Kurd ji sînorê xwe dûr bixin dest bi ketina nav sînorê Sûriyê (Rojava) kirin.

Herwiha li gorî Bloombergê wî rayedarê tirk nexwestiye ku zêdetir agahiyan bide.

Ev nûçeya ketina nav sînorê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çavkaniyên herêmê ve hîn nehatiye piştrastkirin.

Li gorî hinek çavkaniyan Amerîkayê her çiqas diyar kiriye ku ew piştgiriya operasyona Tirkiyê nakin jî qada esmanî li gorî tê îdiakirin ji artêşa Tirkiyê re negirtiye û hê jî balafirên keşfê yên Tirkiyê firînên xwe dikin.