Bloomberg: Wê Tirkiye çekdarên xwe yên li Sûriyê bisîne Libyayê

27 December 2019 19:46 0 dîtin
Bloomberg: Wê Tirkiye çekdarên xwe yên li Sûriyê bisîne Libyayê

PeyamaKurd – Ajansa Amerîkî Bloombergê îdia kir ku wê Tirkiyê komên çekdarên alîgirên xwe yên li Sûriyê, ji bo li dijî hêzên Hafter ên Libyayê şer bikin, bişîne Libyayê.

Beriya niha jî Ajansa Fermî ya Sûriyê SANAyê ragihandibû ku 60 çekdarên girêdayî Tirkiyê li Idlibê bo şandina Libyayê hatine amadekirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî gotibû, heger hnewce bike û daxwaz ji Hikûmeta Fayez Serac were kirin, ew dê leşker bişînin Libyayê.

Piştî van daxuyaniyên Erdogan, hikûmeta Serac jî bi fermî daxwaza hêzê ji Tirkiyê kir.

Ajansa Bloombergê jî îdiaya xwe sparst rayedarên pilebilindên Tirkiyê û hikûmeta lihevkirina netewî ya Libyayê.

Li gorî rayedarên ji Bloombergê re axivîne, dê Tirkiye komên çekdarên Tirkmenî yên wekî Sultan Murat ku di operasyonên Sûriyê de hatine bikaranîn bişîne Libyayê.