Bokan: Mamosteya zimanê kurdî Sûsan Hesenzade bi cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin
PeyamaKurd – Sûsan Hesenzade, çalakvana sivîl û mamostaya xwebexş a zimanê kurdî ye ku bihara îsal bi qasî mehekê hatibû binçavkirin, ji aliyê dezgeha dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve bi sê mehên girtîgehê hat mehkûmkirin.
Li gor raporta ku gihîştiye saziya mafên mirov a Hengawê ya rojhilatê Kurdistanê, Sûsan Hesenzade, çalakvana sivîl û xwebexşa zimanê kurdî li Bokanê, bi tometa “propagandakirina li dijî hikûmetê” ji aliyê şaxê 101ê ya dadgeha tawanan a Bokanê ve, bi sê mehên girtîgehê hat mehkûmkirin.
Sûsan Hesenzade 15ê Gulana 2024an di dema serdegirtina tund a hêzên îstixbaratî ya bi ser mala wê de, bêyî nîşandana tu delîlên dadwerî hatibû girtin.
Herî dawî roja çarşema 12ê Hezîrana 2024an, bi dayîna kefaleta 800 milyon riyalên îranê (100 hezar dolarî) piştî bidawîhatina dadgehkirina wê ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hat berdan.
Beriya niha Hengawê ragihandiye ku Sûsan Hesenzade di dema binçavkirinê de ji mafê wergirtina parêzaran bêpar hatiye hiştin û bi tene carekê destûr danê telefonî malbata xwe bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin