Mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî xwe radestî girtîgehê kir
PeyamaKurd – Aktîvîsta Kurd û mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemedî, ji bo cezayê xwe yê zindanê, xwe radestî girtîgeha jinan ya bajarê Sine kir.
Zara Mihemedî bi tohmeta ku “hewla têkdana ewlehiya niştimanî” ya Îranê daye, ev çend sal in, ji aliyê dadgeha Sine ve bi 5 sal zindan hatibû mehkûmkirin.
Mamosteya zimanê Kurdî Zara, ji bo kişandina cezayê xwe, îro xwe radestî girtîgehê kir.
Beriya ku ew aktîvîsta Kurd xwe radestî girtîgehê bike, gelek heval û hogir û mirovên wê li ber girtîgehê kom bûn û piştevaniya xwe ji bo anîn ziman.
Zara Mihemedî li wir axaftinek kir û diyar kir, ew ê di girtîgehê de bihêztir û bi bawertir bibe.
Mamosta zimanê Kurdî gotineke helbestvanê Kurd Qaniî jî xwend û got, xalî li ser wî dijminî be ku dilê xwe bi girtîgehê xweş dike.
Di dawiyê de Zara spasiya tevahiya Kurdan û dost û hevalên xwe kir ku ew tenê nehîştine û piştevaniya wê kirine.
Herwiha çend roj berê jî Zara gotibû, ez ê ji bo zimanê Kurdî neyê fetisandin, bikevim girtîgehê.
Zara Mihemedî 31 salî ye û xelka bajarê Sine ye. Zara yek ji damezirênerên Komeleya Çandî û Civakî ya Nûjîn e. Komeleya Nûjîn, 11 sal e hatiye avakirin. Xebatên Komeleyê, jîngehparêzî, fêrkirina zimanê Kurdî û çalakiyên çandî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin