Îranê 10 sal ceza da mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî
PeyamaKurd - Îranê, mamostaya zimanê Kurdî bi tohmeta têkdana asayişa netewî ya Îranê girt û 10 sal ceza li wê birî.
Li gor Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ragihandiye, Liqa 1 Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sineyê, 10 sal ceza li çalakvan û mamosteya zimanê Kurdî biriye.
Di derbarê biryara cezaya Zara Mihemedî, dadgehê do Sêşemê ceza eşkere kiriye û parêzerê wê ji birîna wê cezayê agahdar kiriye.
KMMK dibêje, Zara Mihemedî, “Ji bilî mamostetiya zimanê Kurdî û fêrkirina zimanê Kurdî, tu çalakiyeke din nekiriye û dezgehên ewlehhiyê yên Komara Îslamiya Îranê, li ser tohmeta pêkanîna kom û desteyan bi armanca têkdana asayişa netewî da,tu belge nîşan nedane.”
Zara Mihemedî sala par li Liqa 1 Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sine û bi serokatiya dadwer Seîdî hatibû dadgehîkirin.
Zara Mihemedî endameka çalakvana Encûmena Çandî-Civakî Nûjîn e û roja 23ê meha Gulana 2019 di mala bavê xwe da li bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin.
Roja 02-12-2019 Zara Mihemedî bi danîna 700 milyon tumenî bi awayekê demkî û heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.
Encûmena Çandî-Civakî Nûjîn par têkildarî girtina Zara Mihemedî daxuyaniyek dabû û ragihandibû, “di demekê da Zara Mihemed di jêr fişarê da ye k user bi ti partî û aliyekî siyasî nîne û tekane tawana wê ev e ku zarokan fêrî zimanê Kurdî dike.”
Encûmena Nûjîn rêxistineke civaka sivîl e ku ji aliyê hejmarek keç û xortên Kurd ve hatiye damezrandin û di warên çandî û civakî da li parêzgeha Sine ya Rojhilata Kurdistanê çalakiyan dike.
Berî ku bê girtin, wê çalakvana Kurd bi awayekê xwebeş dest bi vekirin û birêvebirina kûrsên zimanê Kurdî li gund û bajarên ser bi parêzgeha Sineyê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin