Rojhilat | Bavê Mamosteya Kurdî ya girtî Zara Mihemedî çû ser dilovaniyê

24 July 2022 12:08 0 dîtin
Rojhilat | Bavê Mamosteya Kurdî ya girtî Zara Mihemedî çû ser dilovaniyê

PeyamaKurd - Bavê çalakvan û mamostaya zimanê kurdî Zara Mihemedî ku ji ber dayîna dersên kurdî hatiye girtin, ji ber nexwaşiyê koça dawî kir.

Mamosteya zimanê Kurdî û Seroka Komaleya Çand-Civakî ya Nozînê Zara Mihamedî ya ku 5 meh in li Girtîgeha Sanandajê girtiye, çendek berê ji ber bavê wê nexweş bû, girtîgehê ew şandibû destûrê

Hat ragihandin ku duh 23yê Tîrmehê êvari bavê mamostaya Kurdî Zara Mihemedî, Îbrahîm Mihemedî ji ber nexweşiya xwe li nexwaşxaneyekî Sine koça dawî kiriye.

Sala 2021ê Zara Mihemedî ji ber dayîna dersên bi zimanê kurdî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin û destpêkê cezayê 10 sal girtîgehê jê re hatibû dayîn, piştre jî cezayê wê ji bo 5 salan hatibû kêm kirin.

Zara Mihemedî, sala 1990ê dema ji dayîk bûye, dayîka wê dema Zara çêdibe, jiyana xwe ji dest daye.