Bolton: Berpirsyarê êrisên li dijî hêzên me yên li Iraqê Hêza Qudsê ye

29 May 2019 13:31 0 dîtin
Bolton: Berpirsyarê êrisên li dijî hêzên me yên li Iraqê Hêza Qudsê ye

PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton berpirsyartiya êrîşa li dijî hêzên welatê xwe yên li Iraqê, dixe stûyê Hêza Qudis a Îranî ya beşeke ji supaya pasdarên Îranê.

‘DI ÊRIŞA LI LENDAVA EREBÎ DESTÊ ÎRANÊ TÊ DE HEYE’

Îro (29.05.2019) Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton li paytexta Îmaratê Ebu Dabiyê ji rojnamevanan re ragihand, ew nîv piştraste ku di êrişa li ser çar keştiyên Amerîkayê yên li kendava erebî destê Îranê tê de heye.

Bolton ragihand, Îran bi çar mayînên deryayî ve çar keştî li nîvê vê mehê kir armanc û Amerîka dixwaze ji Îranê re bibêje: "Ev kiryarane dê bibin sedemê bersivekî gelek tund ên Amerîkayê bo Îranê."

‘HÊZA QUDS A ÎRANÊ  BERPIRSÊ WÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ HÊZÊN AMERÎKÎ’

Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton amaje bi hemahengî kirina li gel hevpeymanên welatê xwe yên li rojhilata navîn û li dijî Îranê kir û ragihand: ‘’Em dixwazin berpirsyariya xwe li bersivdana kiryarên Îranê yên li kendava erebî bicîh bînin.’’

Bolton diyar kir Hêza Quds a Îranê ku Qasim Silêmanî serfermandarê wê ye, berpirse ji wê êrîşa milîsên Heşdî Şeibî ya li ser hêzên Amerîka yên li Iraqê.