Bolton: Îran gefeke mezin e û divê helwesta Washingtonê li dijî Tehranê bihêztir be

13 August 2022 16:30 0 dîtin
Bolton: Îran gefeke mezin e û divê helwesta Washingtonê li dijî Tehranê bihêztir be

PeyamaKurd – Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton di hevpeyvîke bi K24 re diyar kiriye û gotiye: Ji ber "piştevaniyên wê yên bo terorê" Îran gefeke mezin e û divê helwesta Washingtonê li dijî Tehranê bihêztir be.

John Bolton di hevpeyvîna xwe de, li ser gefên Îranê û bernameya wê ya atomî eşkere kiriye, heta ku li Îranê hikûmeteke nû çênebe, ev kêşe çareser nabe.

Bolton li ser mijara bernameya atomî ya Îranê jî destnîşan kiriye, Îranê tu cûre biryareke stratejîk ji bo lipeyçûna çekê atomî nedaye, desthilatdarên Îranê dixwazin dorpêçên aborî yên li ser wan werin rakirin.

Herwiha Bolton ne di wê baweriyê de ye ku Îran dest ji çekê atomî berde û gotiye: “Îran gefeke mezin e, ne tenê ji ber bernameya atomî, ji ber 'piştevaniyên xwe yên bo terorê' û divê helwesta Washingtonê li dijî Tehranê bihêztir be.”

Di berdewamiyê de şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê li ser vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina atomî ya ligel Îranê diyar kiriye: “Ez bawer im tiştekî rast bû ku em xwe vekişînin û dorpêçan bixin ser Îranê.”

John Bolton li ser guherîna hikûmeta Îranê jî eşkere kiriye: “Amerîka lipeyçûnê ji bo guherandina rejîma Îranê nekir. Diviyabû bikira, heta ku hikûmeteke nû li Îranê çênebe, ev kêşe çareser nabe, hikûmeteke ku nûnertiya xelkê Îranê bike, ne nûnertiya Ayetullahan.”

Hêjayî gotinê ye, John Robert Bolton ê 73 salî, parêzer, dîplomatkar, şêwirmendekî Komariyan û şîrovekarê siyasî ye. Ji sala 2005 heta 2006an wek 25emîn Balyozê Amerîka yê li Neteweyên Yekbûyî kar kiriye, herwiha ji sala 2018 heta 2019an wek 26emîn Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê xebitiye.