Bombe avêtin dukkana ku alên Pakistanê difrot: 1 kustî û 6 birîndar

13 August 2024 21:40 0 dîtin
Bombe avêtin dukkana ku alên Pakistanê difrot: 1 kustî û 6 birîndar

PeyamaKurd – Rayedarên asayîşa Pakistanê ragihandin ku li eyaleta Belûcistanê li devera Kettayê kesên siwarê motorsîkletan bûn, bombe avêtin dukkanekî ku alên Pakistanê difrot. Di êrîşa bombeyî de herî kêm kesekî can da û 6 kes birîndar bûn.

Koordînatorê medyayê yê wezareta tenduristiyê yê Belûcistanê Wasim Baig ragihand ku kesên di bûyerê de birîndar bûne, wan birine nexweşxanê û rewşa 2 kesan di xeterê de ye.

Heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe lê rêxistinên netewî yên Belûciyan qebûl nakin ku li ser axa Belûcistanê alên Pakistanê bên firotin. Belûcistan bi hesên axa xwe, di navbera Îran, Pakistan û Afganistanê de perçekiriye.