Boris Johnson: Pûtîn dîktator e, tirsa me bû rastî…
PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson li ser destpêkirina êrîşên Rûsyayê bi ser Ûkraynayê de diyar kir ku tirsa wan a herî xirab bûye rastî û ji bo Pûtîn jî got, “Serokê Rûsyayê Valdimir Putin dîktator e”.
Boris Johnson piştî pêwendiya telefonî ya ligel Serokê Ûkraynayê Volodimîr Zelensky peyameke vîdyoyî belav kir û tê de got, ew ji welatên yekem bûn ku wan berî niha alîkariyên leşkerî pêşkêşî Ûkraynayê kir.
Serokwezîrê Brîtanyayê diyar kir ku ew ê binêrin bê ji bo Ûkraynayê dikarin çi bikin û destnîşan kir, divê ew di warên dîplomatîk, siyasî, aborî û leşkerî de “vê serkêşiya rûreş û hovane ya Vladimir Putin bişkînin.”
Johnson herwiha got: “Bi hemû bombe, tank û mûşekên xwe ve, ez ne di wê baweriyê de me ku dîktatorê Rûsyayê bikare hesta niştimanî ya Ukraniyan û wê baweriya ku bo azadiya welatê xwe heye, ji nav bibe.”
Serokwezîrê Brîtanyayê da xuyakirin: “Ukrayna welatekî demokratîk e û em rê nadin ev demokrasî ji destê wan bê stendin. Em li gel gelê Ukraynayê ne, em bi we re ne” û Putin li dijî parzemîna Ewropayê şer daye destpêkirin ku ew dê cezayên mezintir li ser Rûsyayê bisepînin.
Li aliyê di hejmarek parlamenterên Brîtanyayê daxwaz kirine ku Brîtanya piştgiriya asmanî bide Ûkraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin