Brîtanya bi fermî ji Yekîtiya Ewropayê veqetiya

01 February 2020 10:28 0 dîtin
Brîtanya bi fermî ji Yekîtiya Ewropayê veqetiya

PeyamaKurd - Brîtanya piştî 47 salan bi fermî ji Yekîtiya Ewropayê (YE) veqetiya. Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand ku ew di spêdeya serdemeke nû de ne. 

Brîtanya li gorî dema herêmî saet 23.00yan ji Yekîtiya Ewropayê (YE) veqetiya.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson gotarek pêşkêş kir û ragihand, ew ê birînên xwe derman bikin ji ber ku ev pêvajo, nûbûna netewî û dema guhertinê ye.

Di çarçoveya ’Roja Brexit’ de li saziyên dewletê  û taybet pîrozbahiyên cur bi cur hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de hin avahiyên hikûmetê bi alên Brîtanyayê hatin xemilandin.

Ala YEyê li saziyên fermî hat daxistin û wezareta ku ji bo pêvajoya birêvebirina Brexitê hatibû avakirin, hat girtin.

Endamtiya parlementerên îngîlîzî li Parlementoya Ewropayê (PE) bidawî hat û êdî Brîtanya nema kare xwe bigihîne muxabereyên Navxweyî yên YEyê.