Endamtiya Brîtanya ya Yekîtiya Ewropayê bi destpêka 2021ê re bidawî bû
PeyamaKurd – Welatê Brîtanya ku bi referandûma Brexitê biryara cudabûna ji Yekîtiya Ewropayê (YE) dabû, îro 1ê Çileya 2021ê bi fermî proseya cudabûnê bidawî bû ji nav welatên YE derket.
Brîtanya di demjimêr 11:00 bi dema Greenwich û demjimêr 02:00 bi dema Kurdistanê bi fermî ji Yekîtiya Ewropayê derket û yasayên YEyê li nav Brîtanyayê hatin rawestandin.
Wê Brîtanya êdî ne beşek ji Yekîtiya Ewropayê be û tenê li gor rêkeftina bazirganî ya nû, pêwendiyên xwe yên aborî bi Ewropayê re pêk bîne.
Serokwezîrê Brîtanyayê, Boris Johnson ragihand, bi çalakbûna Brexitê êdî Brîtanya azadiya xwe girt destê xwe û dikare ji niha pê ve karên cudatir û baştir bike.
Brîtanya sala 1973an bûbû endamê Yekîtiya Ewropayê.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dilgiraniya xwe li hember Brexitê û derketina Brîtanyayê ji endamtiya Yekîtiya Ewropayê nîşan da û got, “Her çiqas Brîtanya ji YE derketiye jî Brîtanya û Brîtanî weke cîran, heval û hevpeymanê Fransa û Yekîtiya Ewropayê dimînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin